Kurdistan Li Bakur dengdayîn dest pê kir

Li Bakur dengdayîn dest pê kir

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê û Diyarbekirê, dengdayîna referandûmê dest pê kir. Digel Diyarbekirê, li Batman, Çewlig, Elezîz, Mêrdîn, Şirnex û Sêrtê, vê sibehê (16.04.2017) saet di 07:00’an de deriyên dibistanan hatin vekirin û xelkê herêmê dest bi dengdayînê kir.

Li Diyarbekir, Batman, Çewlig, Elezîz, Mêrdîn, Şirnex û Sêrtê, dengayîna ji  bo referandûmê, saet di 07:00’an de dest pê kir. Xelkê Diyarbekirê jî ji bo dengdayînê, ji demjimêra destpêkê ve li ber deriyên dibistanan civiyan û dest bi dengdayînê kir.

Li gorî hejmarên ku saziya bilind a hilbijartinê ragihandin; li Diyarbekirê 991 hezar û 213 hilbijêr  dê li ser 3 hezar û 46 sindoqan dengên xwe bidin; li Batmanê 329 hezar û 519 hilbijêr li ser hezar û 54 sindoqan; li Çewligê 174 hezar û 843 hilbijêr li ser 693 sindoqan; li Elezîzê 405 hezar hilbijêr li ser hezar û 491 sindoqan; li Mêrdînê 454 hezar û 263 hilbijêr li ser hezar û 560 sindoqan; li Şirnexê 255 hezar û 296 hilbijêr li ser 805 sindoqan, li Sêrtê 176 hezar û 248 hilbijêr li ser 661 sindoqan dengê xwe bi kar tînin.

Dengdayîna ku demjimêr di 07:00’an de dest pê kir, dê heta demjimêr 17:00’an dewam bike