Tirkiyê hişyariyê dide Îranê
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim eşkere kir, ku welatê wî hişyarî daye Îranê daku mezhebê şî'e li navçeyê belav neke.
Yildirim ragihand ku belavbûna mezhebê şî'e li navçeyê, gefê li ser aramî û ewlehiya navçeyê çêdike. Hişyarî jî da Îranê ku mezhebê xwe li navçeyê belav neke, daku şerê mezhebî çênebe, ji ber ku, eger hat û ew şer destpê bike, kes nizane wê çawa bidawî bê û encamên gellekî nerênî wê li ser hemû aliyan hebe.