ENKS: Divê Herêma ewle ji bo Efrînê be jî

Nûnerê ENKS di Opozisyona Sûriye de Hewas Egîd beşdarî bernameya “Rojev” a K24ê bû û li ser pirsa avakirina herêma bi ewle li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê got, ENKSê ji sala 2012an ve piştî derbasbûna Cebhet El-Nusra bo Serê Kaniyê daxwaza avakirina herêma ewle û di bin çavdêriya navdewletî de li Kurdistanê Sûriyê kiribû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê ENKS di Opozisyona Sûriye de Hewas Egîd beşdarî bernameya “Rojev” a K24ê bû û li ser pirsa avakirina herêma bi ewle li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê got, ENKSê ji sala 2012an ve piştî derbasbûna Cebhet El-Nusra bo Serê Kaniyê daxwaza avakirina herêma ewle û di bin çavdêriya navdewletî de li Kurdistanê Sûriyê kiribû.

Li ser projeya Amerîka ya avakirina herêma bi ewle, Egîd Got, heta niha tiştek jê ne zelal e û dê bi çi awayî be. Ragihandina Tirkiyê dibêje dê bi kûrahiya 32 K.M be. 32 K.M tevahiya Kurdistana Sûriyê lixwe nagire.

Herwiha got: “Berî çend rojan em bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka û Nûnerê Amerîka ê Taybet ji bo re civiyan û me ji wan re got ku, em wek ENKSê dibînin ku parastina Kurd û Kurdistana Sûriyê ne tenê rojhilatê Firatê ye, belkû rojavayê Firat û Efrînê wek beşeke sereke ji Kurdistanê ye jî. Divê di herêma bi ewle de parastina Kurd û hemû pêkhateyên din ên netewî û olî tê de bê gerentîkirin. Bi taybet niha daxuyaniyên Amerîkiyan zelal in ku di demên pêş de Amerîka digot parastina hevpeymanên me yên şerê terorê dikin, lê niha dibêjin parastina Kurd.”

Herwiha got, ji bo avakirina herêma bi ewle divê di bin çavdêriya Encûmena Asayişa Navdewletî yan Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de be û beşdariya hin welatên Ereb jî tê de hebe.

Amaje bi wê yekê kir, heta niha tiştê diyar ji plana Amerîka ew e ku cudahiyekê di navbera HSD û YPG ji aliyekî û Tirkiyê ji aliyê din ve çê bike û nakokiyan kêm bike û hêzeke xwecihî di bin çavdêriya navdewletî parastina wê herêmê bike. Bi taybet ku hebûneke Fransî û Brîtanî li wê herêmê heye û divê Rûsya jî li ser erê bike. Heta niha ti tiştekî zelal li ser çawaniya wê deverê hîna tune ye.

Li ser danûstandinên MSDê bi rêjîma Sûriyê re, Nûnerê ENKS di Opozisyona Sûriye de Hewas Egîd got, Kurd vê rêjîmê baş nas dikin ku zulm û zor li ser hemû astan ji destê wê dîtine. Dema MSD bixwe ji rêjîmê xwast Efrînê biparêze, lê rêjîmê nekir. Heger çi danûstandin bi rêjîmê re bibe divê di bin çavdêriya navdewletî de be.

  

 

S. B