Amerîka navê Hizbullahê xist nav lîsta tawanbaran de
K24 - Navenda Nûçeyan.
Wezîrê Dadê yê Amerîka Jeff Sessions navê 5 girûpên tundrê xiste nav lîsta wan girûp û rêxistinên ku bi encamdana tawanên sînorbirr tên naskirin.
Di vê derbarê de, Ajansa Reutersê ragihand, ku navê Hizbullaha Lubnanî jî di nav wan 5 girupan de hatiye, ku tevlî lîsteya Amerîka ya girûpên tundrew, hatiye kirin.
Berî niha jî çendîn caran îdareya Amerîkî Hizbullha Lubnanî û ya Iraqî jî, ku fermanên xwe ji Taranê werdigirin, weke du girup û rêxistinên terorîstî binav kiribû.
N.O