Li Batmanê teqîn: 2 leşker hatin kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Sasonê ya Batmanê dema leşkerên Tirkiyê li dijî PKKê operasyon bi rê ve dibirin teqînek rû da.

Bombeya ku li ser rê hatibû bicihkirin dema wesaîta zirxpoş a leşkerî derbas dibû ji aliyê endamên PKKê ve hate teqandin û di encamê de 2 leşker canê xwe ji dest dan.

Piştî teqînê bergiriyên berfireh yên ewlekariyê hatin wergirtin û arteşa Tirkiyeyê operasyona li dijî PKKyê ya li gundewarên Sasonê berfirehtir kirin.