Dîplomatkarên Amerîkî: Divê Amerîka dîsa baweriya Kurdan bixwe bîne

Çavdêrên siyasî li Washingtonê: Niha jî dem derbas nebûye ku Amerîka balansê vegerîne, ew jî bi mercê ku dîsa baweriya Kurdistanê bi xwe bîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Beşek ji dîplomatkar û efserên pile bilind yên Amerîka eşkere dikin, ku ji ber nebûna siyaseteke jîrane li cem Washingtonê li Iraq û Sûrya, niha Amerîka rastî gellek kêşeyan hatiye û meydana siyasî û serbazî ya herdu welatan li ber hejmûna Îranê vekiriye.

Hin ji wan kesatiyên Amerîkî dibêjin: "Ti carî ne di cihê xwe de bû em bihêlin Herêma Kurdistanê ku dost û hevpeymana me ye, li ser pirsa referanduma serxwebûnê, rastî wê rewşa dijwar bê."

Li ser vê yekê "Çarliz wald" ku efserekî pile bilindî malnişîn e ji hêzên ezmanî yên Amerîka dibêje: Heger Amerîka bixwaze rewşa Iraq baş bike divê hişyariyê di gellek waran de bide hikûmeta Bexdayê û tekez kir, ku heger stiratîjiya û siyaseteke zîrek û zelal di Koşka Sipî û wezareta derve ya Amerîka de, ji bo pêgeha Amerîka li Iraq heba, wê ti carî çek û kelûpelên serbazî neketibana destê milîsên ser bi Supaya Pasdaran ve, ku bi wan çekan êrîşî dostên rastyane yên Amerîka li navçeyê kirin.

Vê yekê hişt ku Amerîka hizir bike, gevên lezgîn bavêje, daku rê li ber firehbûna hejmûna Îran li Iraq û Sûrya bigire, Kurd jî di vê qonaxê de fakterekî bihêz e ji bo guhertina hevkêşeyê.

Çavdêrên siyasî li Washingtonê dibêjin: "Niha jî dem derbas nebûye ku Amerîka balansê vegerîne, ew jî bi mercê ku dîsa baweriya Kurdistanê bi xwe bîne."