YPG: 2 şervanên biyanî li Efrînê canê xwe jidest dane

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel(YPG) ragihand ku du endamên wan ên biyanî di şerê li Efrînê de, şervanekê jî li Dêra Zorê canê xwe ji dest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel(YPG) ragihand ku du endamên wan ên biyanî di şerê li Efrînê de, şervanekê jî li Dêra Zorê canê xwe ji dest dane.

YPGê di daxuyaniya xwe de navê du şervanên xwe yên biyanî yên ku di şerê li Efrînê de jiyana xwe ji dest dane aşkere kir û ragihand, navê yekî ji wan Baran Galicia (Samuel Prada Leon) bû û ji Îspanyayê bû û yê din jî Kendal Breizh (Olivier François Jean Le Clainche) bû û ji Fransayê bû.

Herwiha YPGê ragihand, şervanekî Holendî bi navê Baran Sason (Sjoerd Heeger) jî di çarçoveya Bahoza Cezîrê de li Dêra Zorê canê xwe ji dest daye.