Şanderên Kurdistan24 ji her du aliyên sînor radighînin…

Şanderên Kurdistan24 li her du aliyên sînor – ji Efrînê Ekrem Salih dawîn agahiyên girêdayî rewşa Efrînê, ji Kilisê Hesen Kose dawîn agahiyên ji aliyê Tirkiyê yê sînor ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanderên Kurdistan24 li her du aliyên sînor – ji Efrînê Ekrem Salih dawîn agahiyên girêdayî rewşa Efrînê, ji Kilisê Hesen Kose  dawîn agahiyên ji aliyê Tirkiyê yê sînor ragihandin.

Ji EfrînêEkrem Salih ragihand ku, bombebaranên belafiran û topan liser devera Efrînê dom dikin. Gava ku tîm a Kurdistan24 ji Cindirêsê ber bi Efrînê dihatin, bi xwe dîtin çawa otombîlek sivîlan hate armanckirin û çendîn sivîl brîndar ketin ên ku rakirine nexweşxaneya Efrînê.

Ji Kilisê Hesen Kosen diyarkir ku, berpirsiyarên Tirkiyê dibêjin ku, qet sivîl di Operasyonê de zerar nedîtin e. Herweha belafirên Tirk belavok avêtine ber bi Efrînê ve û ji wan re diyarkirin e, ku wan Operasyon jib o radestkirina Efrînê bo Efrîniyan destpê kiriye.