Çekdarên Seraya El-Selam yên ser bi Sedir ve gihiştine Kerkûkê

Girûpa Seraya El-Selam yekem girûpa Heşda Şe'bî bû, ku piştî dagîrkirina Kerkûkê bi çend mehan, ji wî bajarî derketibû.

K24 - Navenda Nûçeyan

Fermandarê Seraya El-Selam di daxuyaniyekê de ragihand ku, bi armanca parastina riya Kerkûk – Bexdayê, hêzên wan gihiştine bajarê Kerkûkê û kar ji bo parastina aramî û ewlehiya welatiyan dikin.

Wî fermandeyî diyar kir, ku çûna wan ji bo Kerkûkê, li ser daxwaza rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir bûye.

Girûpa Seraya El-Selam yekem girûpa Heşda Şe'bî bû, ku piştî dagîrkirina Kerkûkê bi çend mehan, ji wî bajarî derketibû. 

Berî du rojan fermande di Şepêla Sedir de, Hakim Zamilî ragihandibû ku, li ser daxwaza Sedir wê hêzek ji bo parastina riya Kerkûk û Bexdayê bê şandin.

N.O