ENKS: Amerîkî yekrêziya mala Kurdî dixwazin

Bi nêzîkbûna jinavbirina DAIŞê re, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li Rojavayê Kurdistanê bi Kurdan re hin hevdîtin pêk anîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Bi nêzîkbûna jinavbirina DAIŞê re, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li Rojavayê Kurdistanê bi Kurdan re hin hevdîtin pêk anîn. Fermandariya Navendî ya Amerîka bi Fermandarê Giştî yê HSDê re hevdîtinek pêk anî û Nûnerê Hevpeymaniya Navdewletî jî bi ENKSê de hevdîtin kirin. Di herdû hevdîtinan de jî tekezî hate kirin ku Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li pişta Kurda ne.

Di çend rojên bûrî de fermandarên HSD li gel Amrîkanan hevdîtin kirin. Herweha hejmarek ji partiyên di nava Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de bi Nûnerê Hevpeymaniya Navdewletî hevdîtinekê pêk anîn. Di hevdîtina di navbera Hevpeymaniya Navdewletî û partiyên navhatî de ku di 16 meha Sibatê de pêk hat, gelek xalên girêdayî siberoja Sûriyê hatine gengeşekirin û derbarî mafê gelê Kurd di Sûriya peşerojê de, Nûnerê hevpeymaniya Navdewletî tekez kir ku bê yekrêziya mala Kurdî, dê kurd tu destkeftiyan qezenc nekin.

Endamê Polîtbîroya PDK-Sê Ebdulkerîm Mihemed ku di hevdîtinê de amade bû ji K24ê re got: “Nûnerê Hevpeymaniya Navdewletî tekez ku dê gelek hevdîtin hebin, di hevdîtinan de karîna lihevhatinê hebe û devera ewle cihê rihetiyê bû, xala ji vê girîngtir ew bû berpirsên Amerîkî yên pilebilind tekez dikin ku ewê piştevanê Kurdan bin û dibêjin: 'Kurd heval û dostên me ne, heger em ne li vir bin jî em nêzîkî we ne, berevaniya li Kurdan ji me tê xwastin û emê bikin'. Min vê care rihetî bi Amerîkan re dît.”  

Bi nêzîkbûna têkbirina DAIŞê û egera cîbicîkirina biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, Fermandariya HSD jî bi Fermandariya Navendî ya Amerîkayê re hevdîtinek pêk anî û jibo ku komkujî careke din li ser Kurdan dubare nebin, fermanriya HSD ji Amerîka xwest 1000-1500 ji leşkerên xwe li deverê bihêlin. Herweha di derbarê damezrandina herêmeke ewle li Rojhilatî çemê Feratê jî, Fermandariya HSD tekez kir ku pêwist e ew herêm di bin serpereştiyeke navdewletî de be.

Di vê derbarê de Berpirsê Têkiliyên Giştî yê HSD Rêdûr Xelîl di konferanseke rojnamevanî de got: “Me gotiye heger devereke ewle bê çêkirin, merc e ku di bin gerentiya hêzên navnetewî de be, berûvajî ku dewleta Tirk dibêje, divê hêzên me derbasî wê bibe. Mebesta Tirkiyê jî ew e, careke din vê xakê dagîr bike, wek çawa li Cerablus, Bab û Efrînê kiriye, tabî ev yek jî ji aliyê me ve nayê qebûlkirin.”

Hin çavdêrên siyasî dibînin ku Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî bi van hevdîtinên bi tevgera siyasî Kurdî re, hin nameyan ji Kurdan re dişnin ku kirîza Sûriyê ber bi dawî ve diçe û pêwist e aliyên siyasî yên Kurdî helwesteke hevbeş û nexşerêyeke xwe diyar bikin.