Encûmena Bilind a Referandûm: Referandûm tu bandorê li şerê DAIŞê nake
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Bilind a Referandûmê ligel şanda Danûstandkar a Herêma Kurdistanê bo Bexdayê civiya û piştî civînê, daxuyaniyek hate belavkirin.
Di daxuyaniyê de hat, Encûmena Bilind a Referamdûmê tevî tekezkrina li ser mafê rewa yê gelê Kurdistanê di diyarkirina çarenivîsa xwe de, têdigihêşe tevahiya helwestên navdewletî ya li hember referandûmê û wê dupat dike, Referandûm tu bandoreke nerênî li ser şerê DAIŞê nake.
Di civînê de naveroka serdana Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka James Mattis bo Herêma Kurdistanê û helwesta herêmê û yên navdewletî li hember referandûmê hat gotûbêjkirin û piştî bihîstina li raport û derencamên guftûgoyên şanda Danûstandkar ya Herêma Kurdistanê ligel hikûmet û aliyên Iraqî û balyozxaneyên li Bexdayê, civîn gihêşt hin encamên ji wan jî:
- Avakirina komîte û gavên pratîkî yên proseya referandûmê bilez bin, bo birêvebirina referandûmê di dema xwe de û karînên partîtî jibo piştevanîkirina referandûmê hevaheng bin.
- Civînê piştgîriya xwe dupat kir li hewlên herêmê bo çaksazî û girtina tedabîrên pêwîst bo başkirina mûçe û xizmeguzariya welatiyan.
- Encûmena Bilind a Referamdûmê tevî tekezkrina li ser mafê rewa yê gelê Kurdistanê di diyarkirina çarenivîsa xwe de, têdigihêşe tevahiya helwestên navdewletî ya li hember referandûmê û wê dupat dike, Referandûm tu bandoreke nerênî li ser şerê DAIŞê nake û gelê Kurdistanê di çeperê pêşî yê şerê terorê de dimçne.
- Baweriya civînê ya temam bi hevbeşiya rastî ya pêkhateyên netewî û olî heye û piştgîriya hemû cure gerentiyekê dike bo parastina mafên wan.