Kanada di alîkarî û rahênan a Pêşmerge de berdewam dibe

Lapêrî got, tu guhertinek di erkên wan de nehatiye kirin û heta niha jî, di pêdan a rawêjî, çavdêrî û alîkariya serbazî de, ji bo hêzên Pêşmerge berdewam in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kanada di alîkarî û rahênan a Pêşmerge de berdewam dibe.

Fermande di artêşa Kanada de General Sîlveyn Lapêrî ragihand, taktîka şerê DAÎŞê û awayê rûbirûbûn û êrîşên wan hatine guhertin. Hêzên wan ên taybet li bingehên leşkerî li Hewlêrê di rahênan û alîkariya serbazî ji bo hêzên Pêşmerge de hîn jî berdewam in û dê berdewam bibin, heta gefên terorî nemîn in.

Lapêrî got jî, tu guhertinek di erkên wan de nehatiye kirin û heta niha jî, di pêdan a rawêj, çavdêrî û alîkariya serbazî de, ji bo hêzên Pêşmerge berdewam in.

Wî fermandeyê Artêşa Kanada eşkere kir, çendîn yekîneyên serbazî digel hejmarek helîkopter û 30 tîmên serbazî û 2 tîmên bizîşkî yên wan li bingeha sereke ya Kanada li Hewlêrê dimînin.

 

 

C.B