Hunermend Nizamettin Ariç ji bo Efrînê distire

Hunermendê Kurd ê navdar Nizamettin Ariç vidyoklîpeke nû bi navê “Wê rojek bê Efrîna min” belav kir.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hunermendê Kurd ê navdar Nizamettin Ariç vidyoklîpeke nû bi navê “Wê rojek bê Efrîna min” belav kir.

Hunermend Nizamettin Ariç stranek li Efrînê li ser tora “Youtube” belav kir, navê stranê “Wê rojek bê Efrîna min” e. Nizamettin Ariç mûzîka stranê bi xwe daniye û gotinên stranê jî yên Nizamettin Ariç û helbestvanê ji Efrînê Perîşan û romanivîs Jan Dost in.

Hunermend li binê vidyoklîpa xwe wiha nivîsiye: “Ez gelek spasîya xwe ji bo gelê me yê Efrînê re dikim ku di vê rewşa ne xweş de hesta dilê xwe ya ji bo Efrînê di vidyoklipa min de parve kirin. Wê rojek bê bajarê dilê me Efrîn rizgar û azad be!”