Felah Mistefa: Divê sîstema Iraq bibe konfîdralî heya Kurd beşekî Iraqê bimînin

Felah Mistefa: Piştguhkirin û binpêkirina mafên gelê Kurdistanê wê pêşerojekê xirab bi xwe re bîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Berpirsê fermangeha pêwendiyên derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragihand, baştirîn sîstem ji bo çarekirina kêşeyên navxwe yên Iraqê, hebûna sîstemeke konfîdralî ye.

Felah Mistefa di gotarekê de, ku rojnameya Lomond ya Firensî belav kiriye dibêje: "Jinû avakirina sîstemî siyasî li Iraqê piştî sala 2003an, bi sedema meşandina siyaseta taifî ew sîstem biser neket. Niha eger Hikûmet û civaka navdewletî bixwazin Kurd beşekî Iraqê bin, divê rewşa niha ya Iraqê bê guhertin û dibe ku sîstema niha ya Iraqê bibe sîstemeke konfîdralî".

Felah Mistefa di gotara xwe de hişyariyê ji piştguhkirin û binpêkirina mafên gelê Kurdistanê dide û dibêje wê ew yek pêşerojekê xirab bi xwe re bîne.