Diyarbekir.. Bandora zimanê ragihandinê li ser civakê

Li Diyarbekirê ji aliyê nûnerên Navenda Lêkolîn û Ramanên Azad ve li ser zimanê çapemeniyê û bandora wê ya li ser civaka Kurd, semînerek hat lidarxistin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê ji aliyê nûnerên Navenda Lêkolîn û Ramanên Azad ve li ser zimanê çapemeniyê û bandora wê ya li ser civaka Kurd, semînerek hat lidarxistin. Di semînera ku bi taybetî ji bo çapemeniya herêmî hat lidarxistin de hat diyarkirin ku zimanê di çapemeniyê de tê bikaranîn; dikare civakan ber bi hev jî bibe û ji hev jî  veqetîne. Nûnerên Navenda Lêkolîn û Ramanên Azad û Saziyên sivîl ên civakî jî da zanîn ku hewila wan, pêkanîna projeyan e ku civak û çapemeniyê nêzîkî hev bikin.

Navenda Lêkolîn û Ramanên Azad ku navenda wê li Enqereyê ye; li 9 bajarên Bakur û Tirkiyeyê civîn li dar xistin û yek ji van civînan jî li Diyarbekirê pêk hat. Armanca civînê, li her bajarî xwegihandina çapemeniya herêmî û di bikaranîna zimanê çapemeniyê de pêşniyaz û nîşandana rê bû. Endama Navenda Lêkolîn û Ramanên Azad Rûşen Perînçek da zanîn ku armanca li hember zimanê tund ê çapemeniyê, damezirandina toreke medyayî ya aştiyane ye.

Endama Navenda Lêkolîn û Ramanên Azad Rûşen Perînçek ji K24ê got: "Di bingeha vê projeya me de 3 armanc hene. Ya yekemîn li hember zimanê tund, hişyarkirina civakê ye. Armanca duyemîn di rewşa heyî de meyildariya serweriyekê heye û di polîtîkayên weşanê de cihêkarî tê kirin; em dikarin ji bo şikestina vê çi bikin? Ya sêyemîn jî pêkanîna hêzeke ku bikaribe aştiya civakî pêk bîne."

Di civîna ku hat lidarxistin de nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî beşdarî kir. Nûnerên saziyên ku beşdar bûn jî rista çapemeniyê ya li ser civakê û bandorên wê yên çeker û xirabkir; ramanên xwe anîn zimên. Endamê Rêveberiya Navenda Lêkolînên Civakî DÎTAM'ê Lezgîn Yalçin jî da zanîn ku armanca bingehîn a van projeyan, damezirandina bingehekê ye ku civakeke aram û aştiya civakî pêk were.

Rêveberê DÎTAM'ê Lezgîn Yalçin dibêje: "Bandora siyasî li ser çapemeniya Tirkiyeyê heye. Ew jî ji ber vê bandorê nikarin zêde tevlî civînên bi vî rengî bibin. Ez bawer dikim ku dema civakên sivîl bixwazin bi hev re xurt bibin, gelên Tirkiyeyê bidin peyî xwe û bi hev re bimeşin; ew ê rojên xweş werin."

Navenda Lêkolîn û Ramanên Azad, di sala 2017'an de hatiye damezirandin û li gorî nûnerên vê navendê radigihînin; armanca wan, di pêvajoyeke aştiyane ya civakî de pêşniyaz û projeyan bi pêş bixin û li dijî zimanê tund ê çapemeniyê derkevin da ku di nav civakên Tirkiyeyê de dijminahî zêde nebe û dijminahiya ku çêbûbe jî dakeve asta herî kêm.