Kurdistan Elî Bapîr: Dixwazin vê carê karek bibe dilê her kesî xweş bike

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr ragihand û got: “Me di civîna îro de bi şanda Partiya Demokrata Kurdistanê re behsa wan pirsên pêwîst kirin û dixwazin dilê hemû aliyekî xweş bikin.”

Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr ji rojnamevanan re ragihand ku, wan tekezî li ser wê kir, ku Komel hevrê ye ligel wê yekê, ku pêwîst e çareseriya krîzan bikin û hemû alî bi hev re li hev bikin, bo ji pirsgirêkan derbas bibin.

Îro şanda PDKê bi serokatiya Sekreterê Bolîbîroya PDKê Fazil Mîranî serdana baregeha Komela Îslamî û Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr re hevdîtin kir.

Derbarê pêşwazîkirina li şanda PDKê, Bapîr got: “Em pêşwaziya mêvanên xwe dikin û dema ku şanda PDKê gihêştibû baregeha me, em di nimêjê de bûn.”

Ji aliyê xwe Sekreterê Bolîbîroya PDKê Fazil Mîranî ragihand, wan hevdîtinên xwe ligel aliyên siyasî li Hewlêrê bidawî anîne û biryar e di çend rojên bê de serdana bajarê Silêmaniyê bikin û ligel aliyên siyasî bicivin.

Piştî peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya derbarê çareserkirina pisgirêkên Herêma Kurdistanê de, ji pêr ve dest bi hevdîtin û danûstandinên ligel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir.