NY: Ji ber êrîşên hikûmeta Sûriyê gellek sivîl li Xûta Rojhilat bûne qurbanî

Netewên Yekgirtî: Li ser dirêjiya 10 rojên şer, heya niha 85 welatiyên sivîl hatine kuştin, bi dehan welatiyên din jî birîndar bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Netewên Yekgirtî ragihand ku bi sedema êrîşên artêşa hikûmeta Sûriyê, bi dehan welatiyên sivîl li Xûta Rojhilatî Şamê bûne qurbanî.

Li gorî Netewên Yekgirtî, li ser dirêjiya 10 rojên şer, heya niha 85 welatiyên sivîl hatine kuştin, bi dehan welatiyên din jî birîndar bûne.

Xûta Rojhilat dawîn navçeya opozisyona Sûryê ye li Şama paytexta Sûryê, piştî şikandina DAIŞê, hikûmeta Sûryê bi alîkariya Rûsya û Îranê dixwaze desthilata xwe li ser hemû axa Sûryê ferz bike.