Hêzên Amerîkî û yên Rûsî li derdora Minbicê digerin

Piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê, Polîsên Leşkerî yên Rûsî dest bi gera çavdêriyê li bajarê Minbicê li ser sînorê di navbera hêza rêjîma Sûriyê û deverên Mertala Firatê de dike. Herwiha hêzên Amerîkî jî rojane gerên çavdêriyê dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Minbic

Piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê, Polîsên Leşkerî yên Rûsî dest bi gera çavdêriyê li bajarê Minbicê li ser sînorê di navbera hêza rêjîma Sûriyê û deverên Mertala Firatê de dike. Herwiha hêzên Amerîkî jî rojane gerên çavdêriyê dikin.

Piştî ku hêzên rêjîma Sûrî û Polîsa Leşkerî ya Rûsî li rojavayê bakur bajarokê Erîma bicih bûn, Polîsa Leşkerî ya Rûsî dest bi gerên çavdêriyê li di navbera hêzên Rêjîmê û çekdarên “Mertala Firatê” de kirin. Herwiha li aliyê din jî, xalên hêzên Amerîkî li seranserî sînorê “Mertala Firatê” bi Encûmana Leşkerî ya Minbicê li ser dirêjahiya 50 k.m ji çemê Sacûr ji rojava bakurê Minbic ta rojhilatê bakurê bajêr belav dibin û rojane bi leşkerên Tirk re gerên çavdêriyê yên hevbeş dikin.

Serkerdeyê Encûnana Leşker' ya Minbicê ji K24 tekiz kir, di nava bajarê Minbicê de ti guhartin çê nebûye û her hêzek di bargeha xwe de ye. Herwihe da zanîn ku pêwendiyê wan bi hêzên Amerîkî berdewam in û dewreyên hevbeş bi hev re dikin û pêwendiyên wan bi hêza Rûsî re li bajarokê Erîma jî hene.

Serokê Encûmana Leşkerî ya Minbic Mihemed Ebû Adil ji K24ê re got: “Gerên leşkerî yên hevbeş di navbera Encûmana Leşkerî ya Minbic û hêzên Hevpeymanan de hene. Herwiha piştî ku ji Efrînê vekişiyan hêzên Rûsî û rêjîma Sûriyê li bajarokê Erîma bicih bûne, rêkeftin û danûstandin di navbera me û hêzên Rûsî de hene, lê di nava bajêr de hêzên Amerîkî bi hevahengî ligel Encûmana Leşkerî ya Minbic dimînin.”

Peyvdarê Encûmana Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş tekez dike ku ti hêz ji bilî hêzên wan û yên hevpeymanan ti hêz di nava Minbicê de nîn in. Herwihe tekez dike jî ku YPG di sala 2016 de piştî rêzgarkirina Minbicê ji bajêr vekişiyan.

Şervan Derwîş ji K24ê re got: “Hêzên Encûmana Leşkerî ya Minbicê li bajêr in. Gotegotin dibêjin ku YPG û HSDê li bajêr in ne rast in û berê me vekirî gotibû ku çi şervanek li Minbicê ye, ew di bin sîwana Encûmana Leşkerî ya Minbicê de ye. Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Minbicê li nava bajêr in bi erkên xwe radibin û li ser erdê ti guhartin nebûye.”

Di hayama çend hefteyên bûrî de û di çarçoveye biryara vekişîna hêza Amerîkî û amedbaşiya hêzên Tirkiyê li ser rojhilatê Firatê, gelek nûçe û daxuyanî ji gelek aliyên pîwendîdar bi krîza Sûrî ve derketin, ku her aliyek tekiz dike ew derbasî Minbicê bûye.