HDP benda ji sedî 10 derbas dike

Li gor encamên destpêkê ji sedî 69.2 ê dengên hilijartinên parlemantoya Tirkiyê hatine hejmartin, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) benda ji sedî 10 a dengan derbas kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor encamên destpêkê ji sedî 69.2 ê dengên hilijartinên parlemantoya Tirkiyê hatine hejmartin, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) benda ji sedî 10 a dengan derbas kir.

Li gor yasaya Tirkiyê, her partî û lîsteyek ku beşdarî proseya hilbijartinên parlemantoyê dibe, rêjeya ji sedî 10 ji dengan bidest nexe, nikare biçe nava parlemantoyê.

Li gor encamên destpêkê HDPê ta niha benda ji sedî 10 derbas dike û dê bikeve nava parlemantoya Tirkiyê.

Hilbijartina Serokomarî û Parlementoya Tirkiye, ku vê sibehê demjimêr 08:00an destpê kir, demjimêr 17:00an qediya û proseya hejmartina dengan destpê kir.

Pêyamnêrên Kurdistan24 li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê diyar kirin ku rêjeyek bilind a beşdariyê di hilbijartinê de pêk hat, lê heta niha rêjeya beşdariyê ya fermî nehatiye ragihandin.

 

S. B