Sûriyê Esed Tirkiyê bi dan a çekên kîmyawî bo Opozisyonê tewanbar dike

Esed Tirkiyê bi dan a çekên kîmyawî bo Opozisyonê tewanbar dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Suriyê Beşar Esed di hevpeyvîna xwe ligel ajansa Sputnik a Rusyayê bi awayek eşkere Tirkiye bi dan a çekên kîmyawî bo Opozisyona Suriyê tewanbar kir.

Li ser pirsek Sputnikê ku “Opozisyon çekên kîmyawî yên di dest de ji kude bidest dixe?” Esed bi zimanek eşkere Tirkiye tewanbarkir “Ji Tirkiyê. Rasterast ji Tirkiyê. Di destê me de belge hene, heta hin ji wan di internetê de jî hatine belavkirin.”

Esed, Tirkiye bi piştgiriya terorê jî binav kir: “Rêya bi tenê ku terrorist dikarin pereyan, teroristên nû, pêdawistiyên din bidest bixin, rêya Tirkiye ye. Ji Bakur vet u rêyek din nî ne. Çekên kîmyawî jî Tirkiyê dan wan. Ev jî sedî 100 e.