Kurdên Dallasa Amerîka ahenga piştevaniyê serxwebûna Kurdistanê bi rê ve dibin

Li navenda wîlayeta Texas a Amerîkî kernevalek piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bi rê ve diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Aheng û kernevalên Kurdistaniyan li navxwe û derveyî welat berdewan in, di vê çarçovê li navenda wîlayeta Texas a Amerîkî kernevalek piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bi rê ve diçe, ku biryar e di roja 25ê Îlonê li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê referandûm were kirin.

Kurdên Dallas  hevşanê Kurdên navxweya Kurdistanê û Amerîka, Ewropa û Austiralia bo derbirîna piştevaniyê û daxwazakirina ji Kurdistaniyan dengê belê di referandûmê de bidin, kom dibin û bi gotar, stran û semayê 5 demjimêran ahengan bi rê ve dibin.

Aheng, li navçeya Arlingtona Dallasê bi rê ve diçe û tîma Kurdistan24ê amadeyî kernevalê bûye û ji temaşevanan re vediguhêze.