HDP sharedariya bajarê mezin a Diyarbekirê dewir girt

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê piştî 2 sal nîvan şaredarî dewir girt in. Hevserokan ragihandin ku dê li ser kiriyarên qeyûman raporan amade bikin û encaman bi raya giştî re par ve bikin. Yekem peyama Hevserokê Şaredariyê Ednan Selçûk Mizrakli li ser aşitiyê bû. Mizrakli got; "Ji beriya her tiştî pêwîstiya me bi aşitiyê heye."

K24-Amed

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê yên  Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê piştî 2 sal nîvan şaredarî dewir girt in. Hevserokan ragihandin ku dê li ser kiriyarên qeyûman raporan amade bikin û encaman bi raya giştî re par ve bikin.  Yekem peyama Hevserokê Şaredariyê Ednan Selçûk Mizrakli li ser aşitiyê bû. Mizrakli got; "Ji beriya her tiştî pêwîstiya me bi aşitiyê heye."

Hevserokên HDP'ê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê piştî ku pesendnameya xwe girt in bi parlementer û endamên meclisa şaredariyê re bi girseyî derbasî Şaredariya Bajarê Mezin bûn û piştî hilbijartinê 16 rojan Şaredarî ji rêveberiya qeyûmî dewir girt. Bi fermana Hevserokan bendek û kulubeya hêzên asayîşê ya li ber derê şaredariya hat rakirin. Hevşaredar bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê  Ednan Selçûk Mizrakli  ragihand ku derbarê rewşa aborî ya şaredariyê, sazî dezgehên ku hatine girtin, xebatkarên ku ji kar hatine dûrxistin û navên park û baxçeyên ku hatine guhertin de dê raporan amade bikin bi raya giştî re parve bikin.

Ednan Selçûk Mizrakli, hevserokê şaredarîya bajarê mezin a Dîyarbekrê, got:"Em ê li ser rewşa giştî ya şaredariyê lêkolînekê bikin. Em ê di vê xebata xwe de mafê herkesî biparêzin. Em ê ji bo kesên ku ji kar hatine derxsitin jî lêkolînekê bikin ku ka em dikarin çawa ji nû ve bigirin kar. Em ê saziyên gel yên ku ji aliyê qeyûman hatin girtin ji nû ve vekin. Şaredarî ya gel e. Em berpirsiyarên gel in. Li ser heq û heqîqetê em ê bixebitin."

Nûnerên Partiyên Kurdî  yên ku bi HDP'ê re tifaqa hilbijartinê kiribûn jî di merasîma dewirgirtina şaredariyê de amade bûn.  Hevserokên şaredariyê amaje dikin ku dê hemû kar û xebatên şaredariyê bi awayeke zelal werin kirin û ji karderxistina û girtina kar dê li gor hiqûqê be. Welatiyên ku pîrozbahî li Hevserokan kirîn jî gotin ku bidestxsitina şaredariyê vîna gel encam da.

Welatîyek dibje:"Bila şaredariya me bi xêr û xweşî be. Şaredariya Kurdan e. Gelê me hemû bi xêr û silamet li ser çavan hatiye. Amed û şaredarî ya me ye. Em Kurd in û li ser piyan in."

Welatîyek dî, dibêje:"Me şaredariya xwe dîsa bi dest xist. Îro divê dîsa bizanibin rêzê li vîna gel bigirin. Şaredarê me hatiye hilbijartin. Em êdî hêviya xebatên baş dikin."

Welatîyek din jî,  got:"Bi rojekê, bi gulekê bihar nayê. Bihar divê bi xemla xwe were. Divê rastî hebe, hiqûq hebe. Divê edalet û ked hebe.

Piştî ku Hevserokên berê yên Şaredariya Bajarê Mezin Gultan Kişanak û Firat Anli di Cotmeha 2016'an de ji peywîr hatin dûrxsitin û girtin di 1'ê mijdara 2016'an de wekî ji bo 96 şaredariyên DBP'ê  ji bo şaredariya Bajarê Mezin jî qeyûm hatibû tayînkirin.  HDP'ê di hilbijartinên 31'ê Adarê de şaredariya Bajarê Mezin bi %63'yê dengan bi dest xist. Rayedarên Dewleta Tirk ji beriya hilbijartinê qala egera jinûve tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyên HDP'ê kiribûn. Derbarê hevserok Ednan Selçûk Mizrakli de lêpirsînek heye.  Gelo dibe ku bi vê lêpirsînê Mizrakli ji peywîr were girtin û li cihê wî dîsa qeyûm were tayînkirin? Bersiva vê pirse di rojên pêş de zelal dibe.