Rûhanî û Esed hevkariya xwe dupat kirin

Di pêwendiya telefonî de Rûhanî tekezkir ku: “Îran di şerê dijî terorê de ligel desthilata Suriye hevkariya xwe dê dom bike. Amade ye di rewşa piştî şer de jî alîkariyê bigihîne Suriye”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û Serokê Suriyê Beşar esed pêwendiyek telefonî encamdan. Rûhanî hevkariya Îranê ligel Esed dupat kir.

Di pêwendiya telefonî de Rûhanî tekezkir ku: “Îran di şerê dijî terorê de ligel desthilata Suriye hevkariya xwe dê dom bike. Amade ye di rewşa piştî şer de jî alîkariyê bigihîne Suriye”.

Rûhanî herweha pesnê civîna Soçî ya di navbeyna wî, Erdogan û Putin de rûdayî da û ew wekî pêngavek girîng binav kir.