Îran: Ne ji berjewendiya Macron û Firensa ye behsa mûşekên me bike

Îran: Heger Macron dixwaze pêwendiyên di navbera Îran û Firensa pêşbikevin, divê behsa van pirsan de neke ger na, wê bersivên me tund bin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îran bersiva serokê Firensa Emmanuel Macron da û ji Parîsê xwest ku destwerdanê di bernameya mûşekên balîstî yên Taranê de neke.

Berî niha Emmanuel Macron amadebûna welatê xwe ji bo gotûbêjan li gel Îranê dabû xuyakirin û Gotibû: Ez bi hêvî me Taran stiratîjîyeteke dûrî ya gefkirinê li navçeyê bimeşîne û siyaseta xwe derbarê mûşekên balistî zelal bike.

Beramberî daxuyaniyên Macron, şêwirmendê karûbarê derve yê Xameneyî Elî Ekber Wîlayetî ragihand, derbarê siyaseta berevaniyê û mûşekan, em pirsê ji ti kes û aliyekî nakin û got: "Ne ji berjewendiya Macron û Firensa ye behsa mûşekên me bike."

Wîlayetî  tekez kir: Heger Macron dixwaze pêwendiyên di navbera Îran û Firensa pêşbikevin, divê destwerdanê di van pirsan de neke û ew yek jî zelal e ku di van mijaran de bersivên me tund in.