Partiya Sûriyeya Pêşeroj û ENKS pêşeroja Sûriyê gotûbêj kirin

Partiya Sûryeya Pêşerojê bi sedema dîtina projeyên hevbeş bo pêşerojê Sûriyê serdana Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir. ENKS diyar dike nerînên wan û vê partiyê di gelek mijaran de nêzî hev in û ew dikarin guftûgoyan bikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Partiya Sûryeya Pêşerojê  bi sedema dîtina projeyên hevbeş bo pêşerojê Sûriyê serdana Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir. ENKS  diyar dike nerînên wan û vê partiyê di gelek mijaran de nêzî hev in û ew dikarin guftûgoyan bikin.Top of Form

Ji bo nêzîkirina nerînan û dîtina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re Partiya Sûriyeya Pêşerojê serdana ENKS kir û li gel wê civiya. Partiya navbûrî dide zanîn ku sedema vê serdanê ew e da ku projeyên hevbeş di pêşerojê de bi hev re pêk bînin, nemaze ku gelek nerînên hevbeş di nav bera wan û ENKS de hene, wek çareseriya siyasî ji krîzê re û avakirina sîstemeke fedralî nenavendî bo Sûriyê.

Serokê Partiya Pêşerojê Ibrahîm Keftan li ser vê serdanê ji K24ê re wiha axivî: “Di vê serdanê de me behsa gelek babetan kir, me dît ku nerîna me û ENKSê 60-70 ji sedî hevbeş e, ya girîng di vê hevbeşiyê ew e ku hemû alî hewl dide ku krîza Sûriyê bidawî bibe û Sûriye vegere wek berê, lê ne wek berî sala 2011an, ji ber ku hemû alî dixwaze ku Sûriye bibe federalî û nenavendî, ev yek jî ku em hewl didin çi di riya ENKSê yan Partiya Sûriyeya Pêşerojê re be.”

ENKS ev serdan bi erênî nirxand, nemaze ku ev yekemîn civîna fermî ye di nav bera herdu aliyan de. Serkirdeyên ENKS diyar dikin ku pêwîst e hin nerîn bêtin dîtin derbarê astengiyên ku gelên Sûriyê tê re derbas dibin, di demekê de ku pirsa sûriyê ketiye destê dewletên herêmî û navdewletî de.

Endamê Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl ji K24ê re got: “Nêzîkbûnek hebû di navber nerîna wan û nerîna ENKSê de. Me nerîna xwe ji wan zelal kir, ku em beşek in ji opozîsyona Sûrî ne û nerîna me li ser pêşeroja Sûriyê de çawa ye û li ser van karên ku li ser asta navdewletî ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê tên kirin. Tekezî li ser biryarên Cenêvê û navdewletî hate kirin û bîr û boçûn gelekî nêzîkî hev bûn.”  

Piştî serdana ENKS, Partiya Sûriya Pêşerojê serdana Hevbendiya Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (HNKS) jî kir û heman guftûgo bi wan re hat kirin.

Di meha Adarê de Partiya Sûriyeya Pêşerojê li bajarê Reqayê hat damezrandin, li gorî ku ev partî xwe dide nasîn, ew partiyeke dijberê rêjîma Sûriyê re û daxwaza wê Sûriyeyeke federal nenavendî ye û têkiliyê bi hemû gelê Sûriyê û ji hemî pêkhateyan re dike, lê ta niha roleke wê ya berçav diyar nebûye û karê wê hîn di asta têkiliyan de ye.