Tirkiye parlementerekî berê yê HDPê dixe lîsta terorê
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyê parlementerekî berê yê HDPê xiste nava lîsteya terorê.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, navê Parlementerê berê yê HDPê Demîr Çelîk li lîsteya xwe ya terosîtan zêde kir û ji bo girtina wî 200 hezar Dolar pere diyar kir.
Di derbarê mijarê de Demîr Çelîk dibêje, ji ber ko HDP bi hikûmeta Tirkiyê re ketiyê nakokiyê û li dijî wê rawestiya ye, hikûmeta Tirkiyê ev biryar girtiye.
Demîr Çelîk, berî niha bi tohmeta endamtiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi 6 sal û 3 mehan hatibû cezakirin.
Hat zanîn Parlemenyerê berê yê HDPyê Demîr Çelîk li dervayî sînorên Tirkiyê.
S. B