Rusya pêşwaziyê li danûstandinên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Şanda Civata bilind a referandûmê li Bexdayê digel cîgirê balyozê Rusya li Bexdayê civiya.
Piştî civînê navborî amaje bi wê yekê kir, ku Rusya pêşwazîyê li danûstandinên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de dike. Li gorî nerîna wî, divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin û pêvajo bi hevrêziya her dû aliyan birêve biçe.