Stratejiya Tirkiye li Efrînê çi ye?

Pîspor ji Kurdistan24 re, stratejiya Tirkiye li Efrînê tînin ziman

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiyê êrîşên xwe li ser Efrînê hem ji erdê hem ji hewayê berdewam dike. Artêşa Tirkiyê ragihand Efrîn ji aliyê wan hatiye dorpêçkirin. Çavdêrên nêzî Tirkiyê amaje dikin piştî qonaxa dorpêçkirinê, Enqere li bendê ye ku YPG ji Efrînê derkeve eger derneke şerê bajaran dê rû bide. Lê belê li gor hin şarezayan bi mebesta ku Efrîn wêran nebe yaxut nebe mîna Kobanê egera vekişandina hêzên YPG hene.

Operasyona Efrînê ya ku ji aliyê hêzên artêşa Azad a Sûriyê û Tirkiyê ve 20'e Çileyê hatibû destpêkirin, bi dorpêçkirineke ji sê milan berdewam e. Ji destpêka operasyonê, heta niha şûnwarekî hezar û 100 kîlometre ketiye destê hêzên Tirkiyê. Niha şerê li Efrînê bi êrîşên bênavber ên Tirkiyê ku balafirên şer jî di êrîşê de tên bikaranîn dikeve qonaxeke nû.

 Merve Şebnem Oruç-Pispora Rojhilata Navîn diyar dike:

Armanca sereke ya Tirkiye, li Efrînê têkbirina YPG ye, wek leşkerî û dîplomatîk jî stratejiya xwe li ser vê armancê ava kiriye. Ji bo ku zirar û ziyan negihîje sivîlan, Tirkiye li bendê ye ku YPG ji Efrînê derkeve. Lê belê eger YPG ji bajêr dernekeve bêguman Tirkiye dê bikeve nav Efrînê û kolan bi kolan li dijî YPG wê şer bike. Ez bawer im heta meha Hezîranê jî giştiyê bajêr dê di bikeve destê Tirkiyê.

 Bi nêzîkbûna artêşa Tirkiyê ber bi Efrînê ve stratejî û planên YPG jî tê meraqkirin. Her çiqas çavdêrên nêzî Tirkiyê behsa şerê bajaran bike jî lê li gor hin şarezayan, pir zehmet e ku şerê bajaran rû bide.

 Vedat Koçal-Akademîsyen, tîne ziman:

Bi ya min şerekî dijwar li nav bajarê Efrînê di navbera hêzên Tirkiye û YPG de rû nade. Li Efrînê bi sed hezaran sivîl hene ji bo parastina wan û ji bo ku bajar kawil nebe ji Efrînê egera vekişandina hêzên YPG hene. YPG ji bo tifaqa xwe ligel Amerîka biparêze dibe ku hêzên xwe ji Efrînê dê bikêşîne aliyê Minbicê.

 Plana Tirkiyê ew e ku heta meha Gulanê dawî li operasyona Efrînê bîn e û piştre dest bi operasyona Minbic û deverên din ên li Rojhilatê Feratê bike. Ji bo vê jî berpirsên Tirkiye wek leşkerî û dîplomatîk digel aktorên li Sûriyê pêwendiyên xwe didomîn e.

 

 

C.B