Firokeyeke Rûsî li Sûriyê ket

Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê ragihand, firokeye şer a Rûsî ji cura SU 24 li Sûriyê têk çû û firokavanên wê canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê ragihand, firokeye şer a Rûsî ji cura SU 24 li Sûriyê têk çû û firokavanên wê canê xwe jidest dan.

Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê sedema têkşikandina firokeyê aşkere kir, di dema firîna wê ji binkeya Himêmîmê de firoke ji ber sedemeke teknîkî têk çû û firokvanên wê nikarîbûn xwe rizgar bikin.

Firokeya SU 24 ji bo armancên zemînî bikar tê û du firokvanên wê hene. Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê ji 30î Îlona 2015an ve hejmarek ji wê firokeyê ji bo bombebarankirina binkeyên DAIŞê li Sûriyê bicih kirine.