Bexda 3 sînaryoyan ji bo şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê pêşinyar dike

Hersê sînaryoyên Bexdayê ji bo şandina mûçeyên fermanberan, kêşeyên yasayî û tenîkî peyda dikin

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, Bexda amade ye mûçeyan bişîne, lê sê sînaryo ji bo vê yekê pêşinyar kirye.

Tevî nêzîkbûnên vê dawiyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbû û tevî ew hemû fişarên navdewletî ku li ser Bexdayê tên kirin, lê Hikûmeta Iraqê ji bo şandina mûçeyên herdu wezaretên Tendirustî û Perwerdê yên Herêma Kurdistanê jî mercan datîne.

Sînaryoyê yekem

Bexda bi riya bankên xwe rasterê mûçe ji bo fermanberan bişîne, pirsgirêka vê sînaryoyê jî kêmbûna bankên ser bi Bexdayê ve ye li Herêma Kurdistanê.

Sînaryoyê diwem

Bexda bi riya parêzgehan mûçe bişîne, ev jî kêşeyeke yasayî çêdike û dihêle ku Bexda serederiyê li gel parêzgehan bike nek li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Sînaryoya sêyem

Bexda bi riya çend komîteyekê li Kurdistan mûçe dabeş bike, ew yek jî kêşeyan çêdike, ji ber ku dabeşkirina mûçeyên hemû fermanberên Kurdistanê bi karên çend komîteyan bi hêsanî bicî nabe.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d17a39d1-d2a9-451b-b33b-68867764e71c/011918FGE.ism/manifest