Yekgirtû: Sibe rojek e ku ji gelek salan ve tê caverêkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Bihadîn ragihand, “Sibe rojek e ku ji gelek salan ve tê caverêkirin.”
Selahedîn Mihemed Bihadîn derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de ji rojnamevanan re amaje bi bûyerên dîrokî kir, ku bûne sedema perçekirina Kurdistanê û behsa qonaxa piştî rûxandina rêjîma Sedam Husên kir û got: “Mixabin ew ferheng û bîrên desthilatdarên Iraqê ti deriyek nehêştin, ji ber wê gelê Kurdistanê bi awayekî medenî û aştiyane riyeke din dît û refererandûm ew rê bû.
Herwiha got: “Niha li pêş wê yekê ne, ku biçin ser sindoqên dengdanê û mafê xwe bikar bînin, ji ber ku serxwebûn mafekî rewa yê gelê Kurdistanê ye.”