Zavê Erdogan: Tirkiye di şerê man û nemanê de ye

Wezîrê Enerjîiyê yê Tirkiyê dibêje, ew êdî bi awayek fermî di şer de ne û Tirkiye şerê man û nemanê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Enerjîiyê yê Tirkiyê dibêje, ew êdî bi awayek fermî di şer de ne û Tirkiye şerê man û nemanê dike.

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê û zavayê Serokomarê Tirkiyê Berat Albayrak di kongreya AK Partî ya navçeya Zeytunburnu ya Stenbolê de axivî û bal kişand ser operasyona Efrînê.

Albayrak got, Tirkiye ne tenê bi awayekî meydanî, bi awayekî fermî di şer de ye. Tiştê li Efrînê rû daye, na karê çend rêxistinên terorê ye, Tirkiye li wê derê bi wan rêxistinan re şer nekir, kî li pişt wan heye, diyar e.

Albayrak da xuyakirin, zimanê welatên rojava û rêxistinên dixwazin Tirkiye parçe bikin yek e û got, Tirkiye şerê man û nemanê dike.

 

S. B