Şûnên Dîrokî yên Heft Dêran di bin metirsiya têkçûyînê de ne

Wan wek navendke ciyên dîrokiye, lê gelek ji wan şûn û berheman ji ber bêxwedîtî li ber têkçûnê ne. Hem geştiyarkar hem jî welatî daxwaza xwedîlêderketina wan berhem û şunan dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Berhemên û şûnên dîrokî, ji ber bêxwedîtî li ber tênçûnê ne. Berhem û şûnên dîrokî bi qasî ji bo nasname û çanda bajarekî girîngin, ji bo zindîkirina geştiyarî û aboriyê jî girîng in. Wan wek navendke ciyên dîrokiye, lê gelek ji wan şûn û berheman ji ber bêxwedîtî li ber têkçûnê ne. Hem geştiyarkar hem jî welatî daxwaza xwedîlêderketina wan berhem û şunan dikin.

Ev cîh Manastir ango Xewlexane ye ku 7 Dêr di nav de hene û kevanariya wê heta 3 hezar salî diçe. Ev ciyê dîrokî navê xwe ji 7 Dêran distîne. Gelek beşên 7 dêran xirab bûne û yên li piya mane jî muhtacî nûjenkirinê ne. Geştiyarkar û gundiyên gundê "Heft Dêran" daxwaz dikin ku xwedî li bermayiyên wiha dîrokî bê derketin.

Engîn Pîşkîn geştiyarkar e û bi sala ye ku geştiyaran tîne û li vir digerîne. Pîşkîn vê carê tîma Kurdistan24 degerîne û ji vê Apsîsa Dêra herî kevin destpê dike ku tene vê beşa wê li piya maye. Engîn Pîşkîn balê dikşîne ku ger neyê nûjenkirin dê ev beş jî birûxe. Em bi Engîn Pîşkîn re li beşên din yên Heft Dêran digerin û agahiyan jê werdigrin.

Engîn Pîşkîn radigihîne ku her Dêr û beşên wan di serdemên cuda de hatine çêkirin û ji ber bê xwedî mayînê gelek beşên wan rûxiyane û yên mane jî divê bên nûjen kirin. Pîşkîn daxwaz dike û balê dikşîne ku ger ev berhem û şûn bên nûjenkirin dê ji bo geştiyariyê jî sûdbexşiyeke baş peyda bike.

Engîn Pîşkîn ji K24ê re wiha jî axivî: "Ev ciyê ku jê re Varaqa Vang yanî Heft Dêr tê gotin, Komplekseke ku ji Xewlexaneyekî, birca zengilê û 7 dêran pêktê. Hemwext li binaya vê şunê, gundekî ku em dibêjin 'Yoncatepe' û ji serdema Urartuyan maye yanî dîroka wê teqrîben 3 hezar sale hebûye. Yanî li vir 3 hezar sale ku jiyan hebûye û çanda Urartûyan û Ermenan têkilî hev buye û gihiştiye serdema me."

Li nav Manastira Heft Dêran, heft dêr hatibin çêkirin jî niha barmahiyên 4 dêran tenê li piya mane. Dêrên ku li vir cîh digrin navê wan wiha ye: Surp Sophî, Surp Hovaness, Maryam Asdvadzadzîn, Surp Kevork, Surp Nşan, Surp Haç û Surp Sion in.

Mehmet Çoban jî gundiyekî Heft Dêran e û li gel nasnameya xwe ya Misilman, wî ji ber xwe ev teqrîben 50 sale ku li van dêran xwedî derdiketiye û bi dehan car jî ji bo nûjenkirina wan serî li saziyên berpirs daye, lê heta niha tu encamekî peyda nekiriye.

Mehmet Çoban dibêje: "Me divê dêr bê nûjenkirin, ev tişt divê em ji bo şerefa xwe, dewleta xwe û misilmaniya xwe bikin da ku dema mêvan bên em şermezar nebin û rûreş nebin li beramber dewletên din. Bi duhatiya geştiyaran jî sûdeke baş ji bo gundê me jî peyda dike."

Li nêzîkî Heft Dêran gundekî ku dîroka wî 3 hezar sal kevnareye jî hebûye, lê niha têkçûye û nemaye. Geştiyarkar û gundiyên Heft Dêran jî daxwaz dikin ku ev şun û berhem ji bo xizmeta mirovahiyê bên nûjenkirin.