Tirkiye: Em dest ji sistema S400 bernadin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê da xuyakirin, ew ji rêkeftina kirîna sîstema S-400ê dest bernadin, lê dikarin ser lêkolîn bikin, da ku bê zanîn, bo sîstemên NATO gef e yan na

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê da xuyakirin, ew ji rêkeftina kirîna sîstema S-400ê dest bernadin, lê dikarin ser lêkolîn bikin, da ku bê zanîn, bo sîstemên NATO gef e yan na.

Da xuyakirin, ji ber ku Amerîka Patriot nedana wan, neçar berê xwe dane Rûsyayê û hê jî çi gerantiya Amerîka nîn e ku sîstemên Patriot bidin wan.

Mewlud Çavuşoglu - Wezîrê derve yê Tirkiyê diyarkir:

"… Me gotiye em ji kirîna sîstemên S-400 dest bernadin. Em dibêjin, komîsyonek dirust bikin, da ku bikole, ev sîstem li dijî sîstema NATO dibe gef yan na. Erka vê komîsyonê biryara dayîna kirîn yan nekirîna S-400an nîn e. Tirkiye welatekî serbixwe ye û ji xwe ev rêkeftin jî temam bû ye. Ya girîng, beriya biryara Amerîka em bi Rûsyayê re rêkeftibûn. Li vê derê biryar siyasî ye. Ji xwe Trump dibêje, di dema Obama de em bûn e sedem, ku Tirkiyê berê xwe daye Rûsyayê. Lê rêveberiya Trump jî gerantî nade, ku dê Patriotan bidin me. Biryara Kongrêsê pêwîst e. Em rêkeftinê betal nakin, lê eger em betal bikin jî, li aliyê Amerîka çi garantî nîn e. Em hê nizanin Amerîka ji ber çi, dorpêçiyê deyne ser me."

 

 

 

C.B