Trump: Divê ligel Îranê rêkeftin nehatiba kirin

Trump diyarkir ku: “Ev rêkeftinek gelek xelet û şaş bû. Ev rêkeftin ligel Îranê diviyabû neyê kirin!”..

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê Donald Trump, di pêşewaziya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron de li Koçka Spî carek din rexne li rêkeftina atomî ligel Îranê kir. Trump diyarkir ku: “Ev rêkeftinek gelek xelet û şaş bû. Ev rêkeftin ligel Îranê diviyabû neyê kirin!”

Duhî Serokomarê Iranê Hesen Rûhanî ragihandibû, ger rêkeftina atomî ya 5+1 ligel Îranê were hilweşandin, dê berencamên gelek ciddî hebin.

Ji aliyê xwe ve Çîn û Rûsyayê, piştgiriya xwe ji bo rêkeftina atomî ya 5+1 ligel Îranê carek din dubare kirin.

 

C.B