Hevpeymaniya Navdewletî baregehên nû li Minbicê ava dike

Piştî gefên Tirkiyê yên girtina bajarê Minbicê û bi ragihandina Serokê Amerîka Donald Trump a vekişandina hêzên welatên xwe ji Sûriyê Hevpeymaniya Navdewletê ya li dijî DAIŞê de hêzên xwe li Minbicê zêde dikin û baregehên nû li seranserî eniya şer a Encûmena Leşkerî ya Minbicê li hember Tirkiyê ava dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî gefên Tirkiyê yên girtina bajarê Minbicê û bi ragihandina Serokê Amerîka Donald Trump a vekişandina hêzên welatên xwe ji Sûriyê Hevpeymaniya Navdewletê ya li dijî DAIŞê de hêzên xwe li Minbicê zêde dikin û baregehên nû li seranserî eniya şer a Encûmena Leşkerî ya Minbicê li hember Tirkiyê ava dike.

Fermandarê di Encûmena Leşkerî ya Minbicê de Şiyar Gerdî li ser avakirina van baregehên nû ji K24ê re got: “Çi çekên li vir hene em bi hev re li ser kar dikin. Niha em li xeta duyem a berevaniyêne. Niha ev hêza yekem ya Amerîka ye û em amadekariya hatina hêza duyem jî dikin.”

Fermandarê Eniya Sacûrê ya Minbicê Xelîl Mistefa jî got: “Di vê dema dawî me dît ku hejmara hêzên di nava Hevpeymaniya Navdewletî de zêde bûne. Herwiha hejmara hêzên welatên cuda jî wek Fransa û Brîtanyayê di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî zêde bûn.”

Minbic di sala 2016an ve li ser destê Ecûmena Leşkerî ya Minbicê û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî hatibû rizgarkirin, ji wê demê ve tenê Heveymaniya Navdewletî çavdêriya eniyên şer dikir, lê niha ew baregehan li wê eniyê ava dike. Li gor çavdêran jî ku Hevpeymaniya Navdewletî bi awayekî cidî parastina Minbicê dike.