Sullivan: Rewşa Awarte li Tirkiye cihê dilgiraniyê ye

Wezîrê derve yê Amerîka bi wekalet John Sullivan ragihand, berdewamiya Rewşa Awarte li Tirkiyê û girtina bi dehan hezar kes û rojnamevanan serweriya yasayê li Tirkiyê xistiye bin metirsiyê de

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Amerîka, dilgiraniya xwe li hember berdewamiya Rewşa Awarte li Tirkiyê ragihand.

Wezîrê derve yê Amerîka bi wekalet John Sullivan ragihand, berdewamiya Rewşa Awarte li Tirkiyê û girtina bi dehan hezar kes û rojnamevanan serweriya yasayê li Tirkiyê xistiye bin metirsiyê de.

Sulîvan tekez jî kir, raporta mafê mirovan li Tirkiyê cihê dilgiraniyê ye. Bi taybetî di sala 2017 an de.

Got jî, berdewamiya vê rewşê, serweriya yasayê xistiye bin pirsyarê de.

 

 

C.B