Live TV RADIO

KURDISTAN24

  • Erbil
  • -
  • Türkçe
  • |
  • English
  • |
  • Kurdî
  • |
  • فارسی
  • |
  • عربي
  • |
  • كوردی
KURDISTAN 24
  • Nûçe
    • Kurdistan
    • Iraq
    • Tirkiye
    • Îran
    • Sûriye
    • Rojhilata Navîn
    • Cîhan
  • Aborî
    • Kurdistan
    • Cîhan
  • Werziş
    • Kurdistan
    • Giştî
  • Çand
    • Muzîk
    • Sînema
    • Pirtûkxane
    • Şano
    • Helbest
  • Magazîn
    • Tenduristî
    • Geştyari
    • Teknelojiya
    • Giştî
    • Jîngeh
  • Hevpeyvîn
    • Siyasî
  • Gotar

Derbarê Me | Peywendî  | Appên | Derfatên kar

Kurdistan

Kesayetiyên Efrînê binpêkirinên dibin xistin stûyê Waliyê Tirk

Kurdistan24 Hewlêr Kurdistan24 Hewlêr |

Kesayetiyên Efrînê binpêkirinên dibin xistin stûyê Waliyê Tirk
Bajarê Efrînê
Efrîn Artêşa Tirkiyê Çrûpên Çekdar Walî Hatay

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandek ji rûsipiyên Efrînê îro bi Waliyê Tirk ê ji bo Efrînê hatiye destnîşankirin re civiya û daxwaza rawestandina binpêkirinên grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve kirin.

Jêderekî agahdar ji Efrînê ji K24ê re ragihand, 22 kesayetiyên Efrînê ku jê 15 Kurd û 7 Ereban pêk dihat li Seraya Kevin ya Efrînê bi Waliyê Tirk ê ku ji Walîtiya Hatayê ve hatiye destnîşankirin re, civiyan.

Li gor wî jêderî agahdar daye zanîn, şanda kesayetiyên Efrînê lîsteyek ji daxwaza dan Waliyê Tirk, ji wan daxwazan jî, derxistin û rawestandina revandina welatiyan û sepandina bacan ên ji aliyê grûpên çekdar ve tên kirin, kirin.

Şandê daxwaz ji Waliyê Tirk kir, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve dest danenin ser dar û zeviyên welatiyên Efrînê û bila welatiyên Efrînê bixwe berhemên xwe berhev bikin, bi taybet jî ku werzê çinîna zeytûnan li Efrînê nêzîk dibe.

Herwiha wê şandê daxwaz kir jî, ku proseya guhartina navên rê û meydanên Efrînê were rawestandin. Herwiha komek daxwazên din ên girêdayî bi jiyana û aramiya xelkê Efrînê jî kirin.

Ji aliyê xwe ve, Waliyê Tirk soz da wê şandê ku hewl bidin girtin û revandina welatiyên Efrînê rawestînin, lê ew nikarin pirsa girtinê bi temamî çareser bikin.

Ev yek di demekê de ye, berî çend rojan Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiribû, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji destpêka kontrolkirina Efrînê û ta niha zêdetir ji yek hezar welatiyên Efrînê revandine û li hember berdana wan daxwaza pereyan dikin.

Herwiha Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) destpêka vê mehê dedi raportek li ser Efrînê belav kir û got, Tirkiye li Efrînê hêzeke dagîrker e û ew di ber parastina jiyana welatiyan berpirsyar e, grûpên çekdar li ber çavê Tirkiye binpêkirinên metirsîdar dikin û divê Tirkiye van binpêkirinan di zûtirîn dem de rawestîne.

Herwiha soz da jî, ti çekdarekî opozîsyona Sûriyê destê xwe navêje dar, zevî û berhemên çandiyê yên Efrînê, lê di heman demê got jî, dar û zeviyên ku xwediyê wan endamên Rêvberiya Xweser in dê dest li ser wan were danîn û nabe kesekî Kurd biçe nava wan dar û zeviyan.

Derbarê pirsa dizî û talankirina kelûpel û otombîlên Efrînê de, Waliyê Tirk got, di heyama 15 rojan dê numreyên nû ji bo otombîlan dabîn bikin, da rê li ber diziya otombîlan were girtin.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve di 18ê Adara bûrî de derbasî Efrînê bûn û dagîr kirin, ji wê demê ve jî dizî, talan, revandina welatiyan, sepandina bacan, destdanîna ser dar û zeviyan, bicihkirina koçberên Ereb ên deverên din ên Sûriyê di mal û milkên Kurdên Efrînê û guhartina navên rê û meydanên Efrînê berdewam e.

Piştî dagîrkirina Efrînê, Tirkiyê Efrîn ser bi Wîlayeta Hatay ya Tikiyê ve xist û waliyek jî bo Efrînê destnîşan kir.

 

S. B

Wêneyê Peywendîdar
Nûçe Peywendîdar
24 Demjimêr Berê
01 Trump: Di nav 24 demjimêran de, ez dê daxûyaniyên gelek girîng bidim
02 PDK û YNK di rêya çareserkirina pirsgîrêkan de ne
03 20 sal bi ser girtina Abdullah Ocalan derbas dibin
04 Amerika bala welatiyên xwe dikşîne, geşt a Tirkiye rîsk e
05 Mesrûr Barzanî ligel Sergey Lavrov civiya
06 Partî û Goran ji bo pêkanîna Kabîneya Nû nêzîkî hevûdu ne
Heftiya Borî
01 Trump: Di nav 24 demjimêran de, ez dê daxûyaniyên gelek girîng bidim
02 PDK û YNK di rêya çareserkirina pirsgîrêkan de ne
03 20 sal bi ser girtina Abdullah Ocalan derbas dibin
04 Amerika bala welatiyên xwe dikşîne, geşt a Tirkiye rîsk e
05 Mesrûr Barzanî ligel Sergey Lavrov civiya
06 Partî û Goran ji bo pêkanîna Kabîneya Nû nêzîkî hevûdu ne
Meha Borî
01 Trump: Di nav 24 demjimêran de, ez dê daxûyaniyên gelek girîng bidim
02 PDK û YNK di rêya çareserkirina pirsgîrêkan de ne
03 20 sal bi ser girtina Abdullah Ocalan derbas dibin
04 Amerika bala welatiyên xwe dikşîne, geşt a Tirkiye rîsk e
05 Mesrûr Barzanî ligel Sergey Lavrov civiya
06 Partî û Goran ji bo pêkanîna Kabîneya Nû nêzîkî hevûdu ne
Herî li pêş
    Gotar
    Tirkiye ji Soçî destvala vegeriya?
    Diyar e di navbeyna aliyan de hevahengî liser gelek aloziyan peyda nebûye! Ji Pirsa mezin a ji Tirkiye re, em destpê bikin! Pirsa Kurd....
    Tirkiye ji Soçî destvala vegeriya?
    Cemal Batun
    Hukimeta bihêz çawa çêdibe?
    Selîm Giresorî:
    Hukimeta bihêz çawa çêdibe?
    Hemû parçeyên Kurdistanê divê ji hiqûqa hevdu re rêz bigrin
    İbrahim Gûçlû:
    Hemû parçeyên Kurdistanê divê ji hiqûqa hevdu re rêz bigrin
    Dîroka Rexne ya Edebî li Devera  Badînan
    Rebî Zêbarî:
    Dîroka Rexne ya Edebî li Devera Badînan
    Gelo Şam li Efrînê çi dike?
    Evîn Şikakî:
    Gelo Şam li Efrînê çi dike?
    • Nûçe
    • Kurdistan
    • Iraq
    • Tirkiyê
    • Îran
    • Sûriyê
    • Rojhilata Navîn
    • Cîhan
    • Baş
    • Aborî
    • Werziş
    • Çand
    • Magazîn
    • Hevpeyvîn
    • Gotar
    • Xizmet
    • Frequency
    • Zindî
    • Appên
    • RSS
    © Copyright 2019 Kurdistan 24 – All rights reserved

    Nexşeya Malperê | Siyaseta Parastina Nehêniyan | Derbarê me | Pêwendi  |  Derfatên kar


    Nexşe danin û Pêk anin: AwroSoft (AP.)