Erdogan: Emê Til Rif'et û Minbic bi riyên dîplomasî kontrol bikin

Erdogan: Emê operasyonên xwe yên serbazî li dijî YPGê berdewam bikin, lê deverên Til Rif'et û Minbic emê bi riyên dîplomasî kontrol bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, di gotarekê de li pêşya firakisyona partiya xwe di Perlemana Tirkiyê de ragihand, ku wan bi riya opersyonên Mertala Firatê û Şaxê Zeytûnê gellek dever azad kirine û got: "Emê operasyonên xwe yên serbazî li dijî YPGê berdewam bikin, lê deverên Til Rif'et û Minbic emê bi riyên dîplomasî kontrol bikin".

Erdogan diyar kir, ku heger xebatên wan yên dîplomasî encamên xwe bi dest neynin, wê demê ewê gavên din bavêjin.

Serokê Tirkiyê çendîn car e, bi hemû awayekî fişaran li Amerîka dike ku bi hevrêzî di nav herdu welatan de, hêzên artêşa Tirkiyê derbasî Minbic bibin û HSD ji wî bajarî derxînin.

N.O