Kurdistan ENKS nûneratiya xwe li Belçîka vedike

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) nûneratiya xwe ya fermî li welatê Belçîkayê vedike.

Peyamnêrê K24ê li Brûkselê ragihand, bi amedebûna hejmareke mezin ji alîgir û serkirdeyên ENKSê, li Brûkselê paytexya Belçîkayê nûneratiya ENKSê bi fermî hate vekirin.

Nûnera ENKSê li Belçîka Dr. Rûfind Temo ji K24ê re ragihand, li gelek welatên Ewropayê nûneratiya ENKSê heye, îro jî li Belçîka ENKSê nûneratiya xwe vekir. Belçîka welatekî ku gelek kar û çalakiyên siyasî yên navdewletî û Kurdistanî li tê kirin.

Herwiha Temo da zanîn ku, wan gelek ofîs di nava vê nûneratiyê de ava kirine, ji wan jî ofîsên karên rêxistinê, jin û ragihandinê.