Pêşmerge riya Dihok – Rojavayê Dîcleyê vedike

Biryar e di vê hefteyê de riya di navebera Sihêle, Zumar û Şingalê de ji aliyê hêza Pêşmegeyên Kurdistanê bê vekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e di vê hefteyê de riya di navebera Sihêle, Zumar û Şingalê de ji aliyê hêza Pêşmegeyên Kurdistanê bê vekirin.

Serperiştyarê eniya roj rojavayê Dîcele ya hêza Pêşmerge Babekir Zêbarî ji K24ê re ragihand, Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê biryara vekirina riya di navbera Dihok û navçeya Zumarê bi riya Sihêlayê ve bê vekirin.

Herwiha got: “Ji ber biryara Wezareta Pêşmerge û daxwaza welatiyên rojavayê çemê Dîcleyê, riya di navbera Dihok û Zumarê de ji aliyê Pêşmerge ve tê vekirin, lê em ne agahdar in ji aliyê din ve hêzên Iraqî wê riyê vedikin yan na, ji ber ku ti hevahengiyek di navbera me û wan de nîn e.”

Babekir Zêbarî amaje bi wê jî kir, ew riya ku diçe Rebie û ji wir ve diçe Şingalê jî, hîn ti biryar vekirina wê nehatiye dayîn, lê xelkê Şingalê dikarin di riya Zumarê re hatûçûnê ji bo Şingalê bikin.

Piştî ku hêzên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê hatin navçeyên rojavayê çemê Dîcleyê, riya sereke di navbera Dihok û rojavayê Dîcleyê hatibû girtin.