Çawîşoglu: Bi Amerîka re me li ser Minbicê lihev kir

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu ragihand, welatê wî ligel Amerîka li ser peydakirina aramiyê li Minbicê û deverên rojhilatê çemê Ferêt lihev kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu ragihand, welatê wî ligel Amerîka li ser peydakirina aramiyê li Minbicê û deverên rojhilatê çemê Ferêt lihev kirine.

Mewlûd Çawîşoglu ji rojnameya “Die Zeit” a Almanî re ragihand, wan bi Amerîka re li ser peydakirina aramiyê li Minbicê û deverên rojhilata çema Ferêt lihev kirine û grûpeke kar ji bo vê mebestê ava kirine.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê da zanîn, di 19ê vê mehê de dê ligel Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson bicive. Got jî, ew bihêvî ye Amerîka dest ji piştgîriya YPGê berde.

Ragihand jî, aramnca operasyona Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li ser Efrînê, jinavbirina gefên li ser Tirkiyê ne.

Derbarê sizayên Kongressa Amerîkî li ser Tirkiyê de, Çawîşoglu got, ya baş ew nêzîkî vê babetê nebin, ji ber ku ew her du welat endamên NATOyê ne û heger ev siza bêne spandin, ewê bersiva wan bidin.

Ji destpêka operasyona leşkerî ya Tirkiyê li ser Efrînê di 20ê meha Çileya bûrî ve berpirsên Tirkiyê daxwaz ji Amerîka kir, ku hêza xwe ji Minbicê vekişîne, lê ev yek ji aliyê Amerîka ve hatibû redkirin. 

Her di wê derbarê de jî, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan îro ragihadibû,piştî Efrînê emê biçin Minbiç, Kobanî, Girêspî, Serêkaniyê û Qamişloyê û li wan deran jî YPGyê jinav bibin.

 

S. B