Bi vîdyo.. Li Minbicê teqînek rû da û 2 leşkerên hatin kuştin

kurdistan24.net

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê da zanîn, li Minbicê teqîneke bihêz rû da û di encamê de hejmarek leşkerên Hevpeymaniya Navdewletî û Encûmena Leşkerî ya Minbicê hatin kuştin û birîndarkirin.

Peyamnêrê me da zanîn, li bajarê Minbicê teqînek bi riya xwekujekî li nêzîkî xwaringeha Umra ya li nava bajêr rû da û hejmarek ji leşkerên Amerîkî şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê hatin kuştin û birîndarkirin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, li gor zanyatiyên destpêkê 2 leşkerên Hevpeymaniya Navdewletî di teqînê de canê xwe jidest dane û 2 leşkerên din jî birîndar bûne. Herwiha hejmarek leşkerên Encûmena Leşkerî ya Minbicê û welatiyên sivîl hatin kuştin û birîndarkirin.

Ameje bi wê jî kir, Helîkoptereke leşkerî ya Amerîka hat û leşkerên Amerîkî yên li nêzîkî cihê teqîne bûn rakirin û niha cihê teqînê dorpêçkirî ye.

Heta niha hejmara tevahiya kesên di teqînê de canê xwe jidest dane û birîndar bûne nayê zanîn.