Rêzan Mişo fîlmekî karton bi zimanê Kurdî amade dike

Welatiyekî di warê filmên karton de kar dike, navendekê li bajarê Qamişlo vekir, ji bo ku ciwanan fêrî “Animation” bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Welatiyekî di warê filmên karton de kar dike, navendekê li bajarê Qamişlo vekir, ji bo ku ciwanan fêrî “Animation” bike. 

Rêzan Mişo ciwanekî ji bajarê Qamişlo ye û di warê animation de kar dike. Mişo di sala 2002an de dest bi vî karî kir  û bi gelek kompanîya re kar kiriye, yek ji wan kompanîya “Space Toon” ya ku di warê fîlmên karton yên zarokan de kar dike. Niha armanceke Rêzan heye ku animation li herêmê belav bike. 

Tevî ku navend nû ye û hejmara şagirtan kêm e, lê wan dikarîbû di demeke kurt de li ser çêroka filmekî karton û bi zimanê Kurdî kar bikin û ev film wê di rojên bê de amade bibe.

Rêzan Mişo derçûyê kulîja hunerî ya zanîngeha Şamê ye, projeya wî ya derçûnê di sala 2006an de bû û li ser girtiyên ku ji ber nerînên xwe hatine girtin bû. Mişo ligel hin hevalên xwe ev kar bi rê ve dibirin, lê niha û ji ber pêla koçberiyê ew tenê li Rojavayê Kurdistanê vî karî dike.