Erdogan: Amerîka 5 hezar barhilgir çek şandine bakurê Sûriyê

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan dibêje, Amerîka bi hezar barhilgir çek şandina bakurê Sûriyê, ev yek jî niha li ser ewlehiya Tirkiyê bûye gef.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan dibêje, Amerîka bi hezar barhilgir çek şandina bakurê Sûriyê, ev yek jî niha li ser ewlehiya Tirkiyê bûye gef.

Erdogan di hevdîtinekê de bi kenala “NTV” a Tirkî re ragihand, Amerîka bi bihaneya şerê li dijî DAIŞê, 5 hezar barhilgir çek û 2 hezar bar jî bi riya esmanî şandine bakurê Sûriyê.

Erdogan pirsa wê yekê jî kir, ku “Amerîka 20 binkeyên leşkerî jî li bakurê Sûriyê ava kirine, ev binke li dijî kê ne?”

Derbarê berferehkirina operasyona artêşa Tirkiyê ya bi navê “Şaxa Zeytûnê” de Erdogan da zanîn, ew li benda Amerîka ne ku wezîrê derve yê nû destnîşan bike, ji bo wê mijarê bi wî re gotûbêj bike.

Herwiha Erdogan daxwaz ji Amerîkayê kir pêdaçûnê di siyasetên xwe de bike, heger dixwaze keşeyê Amerîkî yê li Tirkiyê zîndankirî vegere Amerîkayê.

Amerîka ji bo şerê li dijî DAIŞê alîkarî û destekê dide Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Tirkiyê jî ku berê operasyona “Mertala Ferêt” û niha operasyona “Şaxa Zeytûnê” li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bi rê ve dibe, piştevanîkirina Amerîka ji HSD/YPGê re gef li ser ewlehiya xwe dibîne.

 

S. B