Fuad Husên: Di pirsa budceyê de, nerîna hikûmeta nû ji ya berê cuda ye

Wezîrê Darayî yê Iraqê Fuad Husên ragihand, proseyasaya buceya sala 2019an ji aliyê hikûmeta berê ve hatiye amadekirin û helwesta hikûmeta nû ji ya berê cuda ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Darayî yê Iraqê Fuad Husên ragihand, proseyasaya buceya sala 2019an ji aliyê hikûmeta berê ve hatiye amadekirin û helwesta hikûmeta nû ji ya berê cuda ye.

Wezîrê Darayî yê Iraqê Fuad Husên di rûniştina Parlemantoya Iraqê de derbarê pirsa projeyasata budceyê de got, hin bîroke ji aliyê nûnerên Herêma Kurdistanê û beşek ji wezaretan de derbarê projeyasaya budceyê de hatine pêşkêşkirin.

Husên aşkere kir ku ew projeyasa ji aliyê hikûmeta berê ya Iraqê hatibû amadekirin û bîr û boçûna hikûmeta niha ji hikûmeta din a Iraqê cuda ye.

Fuad Husên diyar kir jî, de çend rûniştinan de wan ew pirs anîne rojevê û wê ligel hemû wezîran danişin û rêçareyekê ji meseleya budçeyê re bibînin.

Projeyasaya budceya 2019an ku ji aliyê hikûmeta berê ya Heyder Ebadî ve hatibû amade kir û bo parlemantoya niha hatibû pêşkêşkirin, berî çend rojan jî komîteyeke nû bi serokatiya Wezîrê Darayî Fuad Husên hat pêkanîn bo pêdaçûnê di wê projeyasayê de bike.

 

S. B