Amerîka: Heger Sûriyê careke din çekê kîmawî bikar anî emê bersivê bidin

Nûnera Amerîka di Netewên Yekgirtî de li pêş Encûmena Asayişa Navdewletî ragihand, heger rêjîma Sûriyê careke din çekê kîmawî bikar anî, Amerîka dê derbeyeke din lê bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnera Amerîka di Netewên Yekgirtî de li pêş Encûmena Asayişa Navdewletî ragihand, heger rêjîma Sûriyê careke din çekê kîmawî bikar anî, Amerîka dê derbeyeke din lê bide.

Îro li ser daxwaza Rûsyayê, Encûmena Asayişa Navdewletê bi awayekî awarte rûnişt, Nûnera Amerîka di Netewên Yekgirtî de Nikki Haley di civînê de got: “Em bibawer in me karî bernameya çekê kîmawî ya Sûriyê pûç kir. Em amade ne jî vê fişarê li ser Sûriyê berdewam bikin.”

Got jî: “Hemû zanyarî nîşana wê didin, ku rêjîma Sûriyê roja 7ê vê mehê çekê kîmawî li Dûmayê bikar anî. Herwiha ev jî şikestina soza Rûsyayê ye, ku çekê kîmawî ya Sûriyê di sala bûrî de jinav biriye.”  

Herwiha got: “Heger rêjîma Sûriyê ev gaza jehrî careke din bikar anî, Amerîka dê amade be ji bo bersiva wê bide.”

Wek bersivekê li ser êrîşa kîmawî ya li ser bajarokê Dûmayê, destê sibeha îro, her yek ji Amerîka, Birîtanya û Frensa, çend bingeh û baregehên serbazî li Şama paytext û derdora wê bordûman kirin.

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) jî aşkere kir, Amerîka, Brîtanya û Fransayê 3 binkeyên çekên kîmawî yên Sûriyê bi 105 mûşekan armanc girtin.

 

S. B