Li 51 gundên Diyarbekirê qedexeya derketinê hat ragihandin

Qedexeya derketinê li pêncî û yek gundên navçeyên: Licê, Qeraz, Farqîn, Hezro û Pasorê yên Diyarbekirê hatiye ragihandin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Parêzgarya Diyarbekirê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand: "Bi armanca parastina ser û malê welatiyan û encamdana operasyonan li dijî gerîlayên PKKê, qedexeya derketina derve li pêncî û yek gundên navçeyên: Licê, Qeraz, Farqîn, Hezro û Pasorê yên Diyarbekirê hat ragihandin."

Qedexeya derketinê, îro demjimêr pêncê sibehê destpê kir û heya fermaneke din wê berdewam be.