Ingilistan zarokan di Operasyonên sîxûrî de bikar tîn e

Hate zanîn ku Ingilistan di Operasyonên dijî çeteyan û rêxistinên terorê de, zarokan jî wekî sîxûr bikar tîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Hate zanîn ku Ingilistan di Operasyonên dijî çeteyan û rêxistinên terorê de, zarokan jî  wekî sîxûr bikar tîn e.

Ev rastî, piştî daxwaza Serkaniyên veşartî yên Ewleyiyê ser bi Wezareta Navxweyî ya Ingilistanê, ku bikaranîna dem a zarokên ji 16 salan biçûktir di Operasyonan de ji 1 mehê bo 4 mehan bê dirêjkirin de, derket hole.

Di vê çarçoveyê de Jora Bilind a Parlementoyê – Jora Lordan, raporek weşand û rexne li bikaranîna zarokan di Operasyonên sîxûrî de kir. Ligor raporê, zarokên di Operasyonan de hatine bikaranîn, dikarin rastî pirsgîrekên mezin ên dêrûnî bibin.

Wezareta navxweyî bi daxûyaniyekê liser vê babetê rawestiya. Hejmara zarokên di Operasyonan de hatine bikaranîn diyar nekir, lê destnîşankir ku, ew hejmarek kêm e.

 

 

 

C.B