Piştî rawestana salekê, firîngeha serbazî ya Dêra Zorê dest bi kar kir

Firîngeha Dêra Zorê careke din dest bikar kir û du firoke karîn lê dakevin, piştî ku ji Êlûna sala 2016an ve bi sedema dorpêça çekdarên DAIŞê rawestiya bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansên ser bi hikûmeta Sûriyê ve belav kirin, ku firîngeha Dêra Zorê careke din dest bikar kir û du firoke karîn lê dakevin, piştî ku ji Êlûna sala 2016an ve bi sedema dorpêça çekdarên DAIŞê rawestiya bû.

Li gorî çavdêrgeha Sûrî ya mafê mirovan, herdu firoke alîkariyên mirovî bar dikirin, daku bigehînin welatiyan, ku ji dema dorpêça DAIŞê de alîkarî ji ezmanan ve dihatin avêtin ji bo 93 hezar kes, ku li navçeyên di bin kontrola hikumetê de asê mabûn.

Di destpêka vê mehê de, hikûmeta Sûriyê karîbû dorpêça çekdarên DAIŞê li ser bajarê Dêra zorê bişkîne.